Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokê Banka Navendî yê rejîma Îranê hişdarî da

11:57 - 16 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Serokê giştî yê Banka Navendî yê rejîma Îranê, ji xelkê re derheq kirîna perê biyanî û baziriganîkirina bi perê biyanî hişdarî da.

Roja Çarşemî 15`ê Gulana 2019`an, serokê Banka Navendî yê rejîma Îranê Ebdulnasir Himetî, di civîneke rojnamevanî de, ji xelk Îranê re hişdarî da û got bi sedema guherînkariyên siyasî û baykutên aborî yên Amerîkayê yên li dijî me ku bûye sebeba bilindbnûa bihaya Dolar û wekhevnebûna nirxên perê biyanî, xwe ji mi`amleyên bi perê biyanî û kirîna perê biyanî biparêzin.

Her di vê pêwendiyê de, di heyama çend rojên derbazbûyî, berpirsê leşkerî yê hêza sînorî yê rejîma Îranê Qasim Rizaiy, di gotûbêjeke xwe de, gotibû ku baykutên aborî yên Amerîkayê tu bandorekê li me nakin, lê, ev axavtinên wî bepirsê leşkerî yên rejîmê di demekê dene ku, niha serokê banka Navendî îtraf bi bêhêzbûna rejîmê li hemberî kontrolkirina nirxan de dike.

Ev axavtinên navbirî di demekê dene, ku, berprisên rejîma Îslamî ya Îranê bi awayên berdewam, li bêbandorbûna baykutên aborî yên Amerîkayê yên li dijî vê rejîmê diaxivin.

Piştî vegerandina baykutên aborî, ji aliyê Amerîkayê ve, li dijî rejîma Îranê, bilindbûna nirxan û betalbûna navendên Pîşeyî û xwenîşandanên xelkê Îranê li dijî xemsarî, lêhatêînebûna berprisên rejîmê, destpîsiya rayedarên rejîmê û bêîdaletî li Îranê serîrakirine.