Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokê Banka Navendiya Îranê îdia dike ku hekî em nebana enflasiyon dê biba 1.5 beranber

11:33 - 20 Kanûna Paşîn 2021

Serokê Banka Navendî yê rejîma Îranê, “Ebdulnasir Himmetî” îdia dike ku hekî em nebana nirxa Dolar dê 50 hezar Tumen ba û herwisa enflasiyon dê biba %150, lê bas ji sedema hebûna wan pirsgirêkan nake.

Roja Sêşemî, 19ê Kanûna Paşîn, Serokê Banka Navendî yê rejîma Îranê, “Ebdulnasir Himmetî, di hevpeyvîneke televîzyonî de îdia kir ku “hekî me bernameya rêgirî li rijandina erz cî bi cî nekiriba, nirxa Dolar dê biba 50 hezar Tumen û bilindbûna enflasionê jî dê biba %150”.

Wî berpirsê rejîmê ti basek li ser erênekirina biryarên “FATF”ê nekiriye û herwisa sedema tevlînebûna rejîma Îranê bi konvansiyona “Palêrmo”yê neda xuya.

Pêka gotina hijmerek ji berpirsên payebilind yên rejîma Îranê, tevlîbûna Îranê bi wan 2 konvansiyonên navnetewî, dê çavkaniya dahata Îranê ku bi piranî ji sipîkirina perê tê dabîn kirin, dê bihata qutkirinê.

Rejîma Îranê bi wajonekirina biryarên “FATF” bû sedem ku kes nekare digel rejîma Îranê bi yasayî danûstandina aborî bike û herwisa tevlînebûna rejîma Îranê bi konvansiyona “Palêrmo”ê bû sedem ku rejîma Îranê wekî welateke piştevanê terorîzma navnetewî bikeve di bin dijwartirîn dorpêçan de.

Sebebkarê hemû pirsgirêkên aborî, siyasî, medenî û jiyana xelkê Îranê li stuyê rejîma Îranê bi taybet rêberê rejîmê ye ku mezintirîn rejîma spîkerê perê û piştevanê terorîsma navnetewî ye.