Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokê berê yê Polîsê Ewlehî û Îtila`ata Întizamî ya parêzgeha Urmiyê hate kuştin

11:30 - 20 Şibat 2022

Pêka nûçeyên xwecehî yên belavbûyî, cenazê Serokê berê yê Polîsê Ewlehî û Îtila`ata Întizamî ya parêzgeha Urmiyê, Serheng “Babaelî Nubext”, duh roja Şemî 20`ê Şibata 2022`an li gewriya “Qûşçî” ya ser bi bajarê Urmiyê li maşîna wî de hatiye dîtin.

Hatiye zanîn ku ew serhengê rejîmê ji aliyê hin kesên nenaskirî ve hatiye kuştin û piştire xistine nav sindoqa maşîna wî û ew digel maşîna wî şewitandine.

Tê zanîn ku cenazê “Babaelî Nubext” serhengê rejîmê di sindoqa maşîna xwe ya şewitî de li dawiya geliyek di gewriya Qûşçiyê de hatiye dîtin.

Polîsê Urmiyê heta niha li derheq kuştina wî serhengê ti zaniyariyek belav nekiriye.

Karbidestên rejîmê û nemaze berpirsên leşkerî yên rejîmê di wan deveran de ji serkutkirina xelkê xwe ti kiriyareke nemirovane naparêzin û lewma ew di dawiyê de rastî bûyerên wiha tên.