Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokê herêma Kurdistanê basê dosyeya Mistefa Selîmî kir

14:02 - 21 Nîsan 2020

Roja 20`ê Nîsanê di konferanseke mediyayî de, Serokê Herêma Kurdistanê, “Nêçîrvan Barizanî”,  basa gelek mijarên di rojevê de kir, weke serketina Herêma Kurdistanê bi ser Koronayê, mijara pêkanîna kabîna hikumeta Îraqê, arîşa “Zînê Wertê”, rewşa jiyana xelkê kurdistanê û pirsa muçeya mangane ya karmendan û gelek mijarên dinê.

“Nêçîrvan Barizanî” di bersiva pirsyarekê de li derheq mesela Mistefa Selîmî wiha bersiv da: “Mistefa Selîmî hepsiyê Kurd ku digel dehan hepsiyên dinê karîbû ji girtîgeha Seqizê birevin û piştî çend rojan disan hate binçavkirin û 2 rojan piştî hingê hate sedare danê.

Deqa axavtina “Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

“Heya niha nexuaye ka ew kese hatiye radestkirin an na, ez wa difikirim ku daxuyaniya Serokê hikûmetê rohn û zelal bû, bû wê yekê ku rastî derkeve ku radestkirin hatiye kirin an na. Serokê hikûmeta Kurdistanê û Cihgirê Serokê hikûmeta Kurdistanê bi hev re, ew lêjne pêk anîne, hemû alî dibe sebrê bikin û çavnhêrê wê lêjneyê bin, hewce nake pêş de em biraya bidin an li ser hikmê bidin, ya ku ez dizanim dibêjin ew hepsiyekî siyasî bûye, ti Partiyek yên Rojhilatê Kurdistanê negotine ku ew endamê me bûye, renge tiştek wiha qewimîbe û renge jî tiştek wiha neqewimî be, lê ya girîng li Herêma Kurdistanê ewa ye ku Serokê hikûmeta Kurdistanê rêzdar Mesrûr û Cihgirê Serokê Hikûmeta Kurdistanê lêjneyek ava kirine û lîkolînê li ser dikin, û ez bixwe daxwaz dikim, hem kesên li herêma Kurdistanê û hem birayên derve yên aliyê din bila derfet bidin ku lêkolîn bête kirinê û rastî eşkere bin û di wê demê de em biryar bidin ka ew kar kê kiriye an kê nekiriye û hewce nîne ew hemû  tawanbarkirinin û  gotina xiyanet bêne baskirin, heya ew lêjneya karê xwe bi dawî tîne em sebir bikin û lêjne dê hemû rastiyan bi rohnî bo xelkê eşkere bike û dê rabigihîne.”