Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokê Herema Kurdistanê digel Serkomar û Wezîrê Derve yê Feransayê hevdîtin kir

12:26 - 31 Adar 2021

Tora civakî ya Youtubê rûpela Press TV a girêdayê rejîma Îranê bi sedema binpêkarina yasayên civakî bi yekcarî dayxist.

Eva 7`emîn car e ku “Youtub” hesaba “Press TV”yê daydixe, herwisa heftiya derbasbûyî roja Înê dîsa tora civakî a Facbookê hesaba Press TV bi sedema binpêkirina yasayên tora civakiya a “Facebook”ê dayxist.

Torên civakiyên wekî “Twitter, Instagram û Google”ê çendîn caran rûpelên “Press Tv”ê bo heyamên demkî dayxistine.

Lê vê carê “Youtub û Facebook”ê bi yekcarî hesabên  “Press Tv”ê daxistine.

Rejîma Îranê bi armanca belavkirina siyasetên xwe yên şerxwazane û geşadan bi terorîzm û belavkirina îdeolojiyên xwe yên çewt, mifaheke xirab ji torên civakî werdigre ku, çendîn caran malper û rûpelên girêdayê rejîma Îranê di wan torên civakî de, hatine dayxistin.