Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokê Herêma Kurdistanê û Serkomarê Amerîka hevdîtin pêk anîn

11:02 - 23 Kanûna Paşîn 2020

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ku beşdarî li Korbenda salane ya Davosê kiribû, roja Çarşemî, 22`ê Kanûna Paşîn, digel Serkomarê Amerîkayê Donald Tiramp hevdîtin pêk anî.

Serokê Herêma Kurdistanê û Serkomarê Amerîkayê Donald Tiramp, di vê hevdîtinê de behsa rewşa Herêma Kurdistanê, Îraqê û devera Rojhilata Navîn kirin.

Serkomarê Amerîkayê bona wê hevdîtinê digel Nêçîrvan Barzanî bi awayekî fermî wekî serokê welatekî serbixwe û hevkişê xwe, pêşwazî ji Serokê Herêma Kurdistanê kir.

Civîna navbera Nêçîrvan Barzanî û Trump li Davosê, di demekê de ye, ku aloziyeke mezin li navçeya Rojhilata Navîn heye.

Tramp li Odeya ku bo hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê amade kiribû, Ala Kurdistanê danabûn û Tiramp ragihand, ku em deyndarê Kurda ne.

Koşka Spî daxuyaniyek derbarê civîna Nêçîrvan Barzanî û Donald Trump de belav kir û ew civîn gelek girîng hesiband.

Di wê civînê de Donald Trump gelê Kurdistanê wekî Neteweyeke mezin wesif kir û spas û pêzanînên Amerîkayê derbarê rola Herêma Kurdistanê û Pêşmerge di têkşikandina DAIŞê û parastina pêkhateyên ayînî û netewî yên Kurdistanê de kir.

Pêşwaziya Serkomarê Amerîka bi awayekî fermî û wekî welatekî Serbixwe ji Serokê Herêma Kurdistanê û danana Ala Kurdistanê li ber tenişta Ala Amerîka, wekî protokoleke fermî, gelek aliyên neyar û dujminên Kurd û Kurdistanê acîz kirin.

Serokê welatekî herî xwedî bandor û bi qawete wekî Amerîkayê, bi wî awayî pêşwaziyê li Serokê Herêma Kurdistanê dike, ku welatekî wekî Îranê bo Davosê nehate gazîkirin.