Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokê Herêma Kurdistanê û Serkomarê Firansê gel hev civiyan

17:48 - 3 Îlon 2020

Piştî seredana Serkomarê Firanê bo Bexda yê, Serokê Herêma kurdistanê ku di gel şandekê li Bexda yê bû, di gel imanoêl Makron Serkomarê Firansê civiya.

Makron roja 2 yê Îlonê, di civîna xwe ya di gel Nêçîrvan Barizanî Serokê Herêma Kurdistanê de carekî dinê tekesî li ser piştewaniya Firansa yê ji Herêma Kurdistanê kir.

Di wê derheqê de Nêçîrvan Barizanî di Tiwîte kê de ragihand ku civîneke berhemdar di gel serokê Firansa yê de hebûye.

Gorî jêderên xeberî ye Îraqî, di wê civînê de , rewşa siyasî a Îraqê û Herêma kurdistanê, kêşên di navbera Hewlêr û Bexda yê, xortkirina peywendiyan û dawî guhartinên deverê hatine baskirin.

Di wê civînê de aliyên beşdar , tenahî û ewlehiya Îraqê weke rêçara hewce bona çareseriya kêşan dane zanîn û daxwaza alîkariya Firansê û civatgeha cîhanî bona çareseriya kêşan hate kirin.