Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokê komîsyona karûbarê derve yê kongireya Amrîkayê: Îran piştîwaniya Hemasê dike

20:17 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Ed Royîs nûnerê komarxwarzî a encumena nûnerayetiya Amrîkayê serbarê piştîwanî kirin ji Îsraîlê, rejîma Îranê bi piştîwankirina leşkerî ji Hemasê sûçdar kir.

Radyo Farda bilav kir, Ed Royîs ku hevdem berpirsê komîsyona karûbarê derve yê encumena nûnerayetiya Amrîkayê, eşkere kiriye: Îro kongirê piştîwaniya xwe ji Îsraîlê bo pêdeçûn û encamdana her karekî hewce ji bo parastina hemwelatiyan der birî û Hemas û handarên vî jî ku hewl didin bi şerê çekdarî mafê jiyana Îsraîlê pev bidin û berdewam in û rejîma Îslamî a Îranê bi wan çekên ku dide Hemasê, navenda jiyana Îsraîliyan kiriye armanca xwe, û bi hebûna wan gefane emê jî hewla xwe bidin ku canê hemwelatiyên Îsraîlî biparêzin.

Amrîka û Îsraîl piştre jî rejîma Îranê bi piştîwanîkirina ji girupa terorîstî ên Hemasê li verî madî û menewî ve tawanbar kiriye. Û rejîma Îranê jî berdewam wan meytêkirinane ret dike.

Rejîma Îranê çek û teqemeniyên xwe ji riya Sûdan û Mêsr û Tonêlên jêrzewî ên bi navê Biyabana Sîna ve radestê Hemas û Xezê dike ku bi hatina serkarê Ebdufetah Sîsî li Misrê ew karê rejîma Îranê dijwartir dike.

Nûçegihanê hikûmeta Fars di vê pêwendiyê de li devê nûnerê Hemasê li Tehranê nivîsandiye: “Pêwendiyên Îranê û Hemasê di demekî baş de ye”.

Di nûtirîn şer û pevçûnên Îsraîl û girupên mîlîşiyayên Xezê de, herî kêm 103 kes di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin. Îsraîl dibêje armanca wan bargehên leşkerî ên girupên tondrew yên Xezê ne ku axa Îsraîlê bûye armanca mûşekên wan.

Di wê pêwendiyê de Binyamîn Natanyaho ragehand: Di demekê de emê dawî bi wan êrîşane bînin ku aştî cêgir bikeyîn.