Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokê kompaniyeke Amrîkayî bi sedema binpêkirina dorpêçan hate binçavkirin

13:03 - 7 Nîsan 2021

Serokê kompaniyeke tomarkirî ya Amerîkayê, bi sedema binpêkirina dorpêçên aborî yên Amerîka li ser Îranê, ji aliyê dadgeha wî welatî ve hate binçavkirin.

Roja Sêşemî 6ê Nîsanê, Wezareta Dad a Amerîkayê ragihand: “Serokê Kompaniya “Long Island”, “Michael Rose” bi tawana firotina kelûpelan bi qasî 350 hezar Dolaran bi tacireke Îranî re, sipîkirina pere û tawanên girêdayê bi tawanên bankî ku li dijî dorpêçên Amerîkayê ye, hatiye binçavkirin.

Dadsitanê devera başûr yê “New York”ê “Andre Strauss” digel hevkarê birêveberê “FBI”ê “William Sweeney” di daxuyaniyeke hevpar de ragihandin: “Michael Rose” hatiye binçavkirin û roja Sêşemî bi dema Amerîkayê dê bê dadgehîkirin”.

Di wê daxuyaniyê de hatiye ku girtina “Michael Rose”, mînakeke din ji micidbûba Amerîkayê di hember wan kesan e ku, doropêçên Amerîka li ser Îranê binpê dikin.

“Michael Rose” di salên navbera 2015an heta 2018an de, bi hevkariya kompaniyeke Îmaratê, bi qasî 350 hezar Dolar keûpelên xemilandin û ciwankariya jinan bi belgeyên sexte, sipîkirina pere û xeletandina bankî, bi tacireke Îranî re firotine û zaniyariyên şaş bi dewleta Amerîkayê dane.

Renge “Michael Rose” bi sedema binpêkirina dorpêçan, herî zêde bi 20 salan û li ser sipîkirina pere bi 20 salan, û tawanên bankî bi 30 salan girtîgehê bê cezakirin.