Mistefa Ozçelîk Serokê Giştiyê Partiya Azadiya Kurdistanê di nameyekê de, bersiva peyama Mistefa Hicrî Lêpirsyarê Giştiyê PDKÎ bi hilkevta koça dawî a Feyaz Ekmen da.
Deqa bersiva nama Mistefa Ozçelî ji boy Mistefa Hicrî wihaye:
Berêz kak Mistefa Hicrî Berpirsyarê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistan a Îranê “PDKΔ
Me peyama cenabê we ji bo sersaxiyê bi minasibeta wefata Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê hevalê me kak Feyyaz Ekmen wergirt.
Li ser navê xwe û li ser navê hemî rêveber û endamên PAKê sipasiya cenabê we dikim.
Kak Feyyaz ji 50 salî zêdetir e wek kadroyekî, wek rêberekî bi fedakarî, bi bawerî, bi heyecan, bi evîneke ji dil a ji bo doza azadiya Kurdistanê, bêwestan her di nav têkoşîna azadiya Kurdistanê de bû, Damezrêner û pêşengekî fikra neteweyî, azadîxwaz, demokrat ê Partiya Azadiya Kurdistanê bû.
Wefata wî ji bo hemî Kurdistaniyan xisareke mezin e.
Lê wek cenabê we jî amaje pê kiriye, em soz didin ku wê Alaya azadiya Kurdistanê ku kak Feyyaz heta îro tu carî li erdê nexist, emê herwisa bilind hilbidin û emê her di rêya wî ya bi şeref, bi rûmet û pîroz de bimeşin. Tu şika me jî tuneye ku Kurdistan dê azad bibe û di Kurdistanekî azad de, dê gelê me mizgîniyê bide kak Feyyaz û hemû Şehîdên Kurdistanê.
Li ge rêz û silavên xwe yên birayane
Mistefa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê ( PAK )