Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokwezîrê berê yê Îraqê, ji Îranê xwast ku tedexulê di Îraqê de neke

11:06 - 21 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Heyder Ebadî Serokwezîrê berê yê Îraqê, ji rejîma Îranê daxwaz kir ku êdî çiyê dinê destêverdanê di nava karûbarê Îraqê de neke.

Piştî belav bûna pitir ji 700 rûper ji belgên destêverdana rejîma Îranê di nava Îraqê de, Serokwezîrê berê ye Îraqê Heyder Ebadî tevî piştrastkirina wan belgan li derheq tedexula Îranê di Îraqê de, daxaz ji rejîma Îranê kir ku êdî çiyê din tedaxula di nav Îraqê de neke û desta jê bikêşîne.

Heyder Ebadî ragihand Tehran dibe jêpirsînê ji wan deshilatdarên Îranê bike ku, di derbarê pêkanîna kabîna dewleta Îraqê de tedaxulê dikin.

Belavbûna wan belgenamên destêwerdana rejîma Îranê di nava Îraqê de, di demekê de ye ku xwenîşanderên Îraqê her di destpêka nerizayetiya xwe ve, diruşmên wan yên sereke ev bû ku, dibe destê Îran di Îraqê de bête kurtkirin.

Piraniya xelkê Îraqê li ser vê bavirêne ku eva rejîma Îranê ye, li welatê wan de deshilatdariyê dike, lewma xelkê Îraq, sebebkarê malvêraniya xwe jî, rejîma Îranê dizanin.

Bi eşkere rejîma Îranê dest li tepeserkirina xwenîşanderên Îraqê de heye ku heta niha sedan kes kuştine.