
Mistefa Kazimî yê Serokwezîrê Îraqê di hevdîtina tewî berpirsên rejîma Îranê, peyamekî micid gihande ber guhê berpirsên Îranê, ku êdî çiyê dinê destêverdanê di nawa Îraqê de nekin.
Kazimî di wê serdana xwe ya roja Sêşemiyê de bo tehranê, bi berewajiyê hemî berpirsên Îraqê ku serdana Tehranê dikirin , bo razî bûna dilê rejîma Îranê, bi bê Kirawat diçun, ew bi Kirawatê ve serdana berpirsên rejîmê û bi taybetî Elî Xamineyî kir.
Hesen Ruhaniyê serkomarê rejîmê di hevdîtina xwe de basê kuştina Qasim Silêmaniyê terorîst kir, lê Kazimî di bersivê de bi bê ewê ku amajê bi navê Qasimê terorîst bike got: terorîzm li her şikl û şêwazekê û ji aliyê her kesê ve be mehkûme û ferq nake her terore, Kazimî gelek bi başî ew peyame da ku hûn jî di Îraqê de terorê dikin, ku dawî nimûne terora Hişam Haşimî bû ku deshilatdarên Îraqî jêvene ku ji aliyê rejîma Îranê ve hate teror kirin.
Di demekê de ku her li destpêka belavbûna Vîrûsa Korona yê ve heya niha Elî Xamineyî xwe weşartibû û amade nebû di gel çi yêk ji berpirsên xudî rejîmê jî hevdîtinê bike, lê bi serdana Kazimî bo Tehranê, xamineyî wî dibîne û ewajî nîşana girîngiya wê serdan û peyama Kazimî ye, û xuya dibe ku Îraq û nifûza rejîma Îranê di nawa Îraqê de, bo Xamineyî girînge.
Kazimî di bersiva Xamineyî de ku daxwaza derêxistina Amerîka ji Îraqê de got, Em weke Xelk û dewleta Îraqê daxwazkarê peywendiya wek hev û bi bê destêwedran li kar û barê navxweye hevdu dene, me carê hewcehî bi hêza Amerîka heye, Kazimî gev peyame da û got min kar heye û Xamineyî bi cî hêla.