Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokwezîrê Îraqê soza da ku dê milîs û bandên cinayetkar çekbike

17:03 - 23 Tebax 2020

Mistefa Kazimî piştî ku serdana xwe ya Amerîka vegeriya, destbicî serdana bajarê Besrê kir  û liwê soz da ku dê hemî girûp û bandên milîşiyayî di Îraqê de çekbike.

Roja Şemiyê 22 yê Tebaxa 2020 an, Mistefa Kazimî bi armanca ji nêzîk ve şopandina xwenîşandan û nerizayetiya xelkê, û armanca wan nerizayetiyan, di gel heyetekî payebilind, serdana Besrê kir û soz da xwenîşanderan ku hekî hindekê tabê bînin, dê hemî kêşên Îraqê çareser bike û daxwazên xwenîşanderan bîne cî.

Kazimî soz da xelkê ku hem dê çekên girûpên milîs û cinayetkar jê bistîne, û hem dê hilbijartina pêşwexte birêve bibe.

Kazima ku di serdana xwe ya bo Amerîka de, daxwaz ji deshilatdarên Amerîka kir ku bila hêzên serbaziye xwe ji Îraqê vekişîne, îro Yekşemiyê hêzên Amerîka payîgeha El Tacî li bakura bexdayê radestî hêzên Îraqî kirin û hebxwe jî ev der bi cî hêlan.

Şeş salan berî niha hêzên hevpeymanan bi serokatiya Amerîka, bi meqseda şerê dijî Daeşê, livê cih girtibûn û meşqa serbazî didane hêzên Îraqî, wan hêzane îro ev der berdan.

Egera hindê heye ku hevpeymaniya navnetewî bi serokatiya Amerîka, hêzên xwe yên ku heya niha di El Tacî de bûn, veguheze bo yêk ji payîgehên xwe li herêma Kurdistanê.

Hevdem di gel derkevtina hêzên Amerîka ji payîgeha El Tacî, li ser riya karwanê Maşînên wan çendîn teqîn çêbûn û bombên qirax Caddeyî hatne teqandin, lê çi xisara canî negeheştiye hêzên Amerîkayî.