Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokwezîrê Îsraîl bona danûstandin li derheq Îranê serdana Îmaratê kir

13:39 - 10 Hezîran 2022

 Serokwezîrê Îsraîl “Naftali Bennett” bona danûstandin li derheq Îranê di serdaneke neragihandî de hevdîtin digel serokê Îmaratê “Mihamed Bin Zayîd Alê Nehyan” yê Îmaratê pêk anî.

Roja Pêncşemî 9`ê Hezîranê, serokwezîrê Îsraîl “Naftali Bennett” bo hevdîtin digel serokê Îmaratê “Mihamed Bin Zayîd Alê Nehyan” serdana wî welatî kir û pêka raporên medyayên Îsraîlê, ev hevdîtin li derheq bi bonbestgihîştina danûstandinên navkî yên Îranê û çalakiyên girûpên girêdayî rejîma Îranê li Rojhilata Navîn, lihevkirina Îbrahîm û paşhatên êrîşa Rûsiyê li ser Ukraynê pêk hatiye.

“Naftali Bennett” di vê serdana neragihandî de ji rojnamevanan re gotibû: “Rêberê Îmaratê rolek gelek girîng di vebûna deriyê hevkariya di navbera Îsraîl û Îmaratê de hebûye û em dixwazin vê hevkariyê bihêztir bikin”.

Bazirganiya di navbera Îsraîl û Îmaratê piştî wajokirina lihevhatinên Îbrahîm zêdetir ji 2 milyard û 500 milyon Dollarî bûye.

Îmarat bo rawestan li dijî gef, destêverdan û şerxwaziyên rejîma Îranê li deverê û bo dabînkirina ewlehiya welatê xwe, lihevhatina Îbrahîm digel Îsraîlê wajo kiriye û peywendiyên xwe digel Îsraîlê asayî kirine û herwisa piraniya welatên Erebî jî peywendiyên xwe yên digel Îsraîlê asayî kirine.