Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokwezîrê Îsraîl got Em hevkariya hevalbendên xwe yên bi dijî rejîma Îranê bikin

12:07 - 16 Îlon 2021

Serokwezîrê nû yê Îsraîlê Naftalî Biniyêt tekezî li ser metirsîdar bûna bernameya navkî ya rejîma Îranê kir û herwisa rejîma Îranê tawanbar zanî ku ew rejîma amadeye bi salan xelkê Îranê birçî bike.

Roja Sêşemî 14`ê Îlonê ,Serokwezîrê nû yê Îsraîlê Naftalî Biniyêt, di daxûyabiyekê de got ku: Siyaseta welatê wî li ser bingeha hevkariya bi hevalbendên xwe re ye ji bo dijberiya bernameya Navkî ya rejîma Îranê, herwisa wî rejîma Îranê tawanbar kir ku amade ye bi salan xelkê welatê xwe birçî bike.

Naftalî Biniyêt pêşda jî di rêûresmeke serbazî de, amaje bi rola welatê xwe di êrîşa vê dawiyê ya li ser malpera navokî ya Îranê kir û got ku: Îsraîl, ji parastina xwe dudil nabe.

herwisa wî got ku: Rejîma Komara Îslamî hikûmetek "tundajo û şerxwaz" e ku "Qesabê Tehranê" wekî serkomar diyarî kiriye û amade ye bi salan xelkê Îranê ji ber bernameya navkî ya leşkerî birçî bike.

Serokwezîrê Îsraîl herwisa qala Îbrahîm Reîsî endamê koma kuştina bikome hevsiyên siyasî li sala 1988`an kir herwisa wî tekez kir ku hikûmeta Îranê ne rejîmek e ku karibe pê re danûstandin bê kirin.

Wî Komara Îslamî û bernameya wê ya navokî gefeke mezin li ser tevayiya herêmê bi nav kir.