Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokwezîrê Îsraîl: “Îranê tev hêlên sor ên navkî bin pê kiriye”

10:18 - 28 Îlon 2021

Serokwezîrê Îsraîl “Naftali Bennett”, roja duşemî 5`ê Rezberê di kora giştî ya Saziya Navnetewî de daye zanîn: “Îran tev hêlên sor ên navkî bin pê kiriye”.

“Naftali Bennett” gotiye, “rejîma Îran di bin çetira navkî de li pey detbiserdagirtina Rojhilata Navîn e”.

Navbirî daye zanîn, “rejîma Îranê çavdêrên Ajansa Navnetewî bin pê kir û meyandina Uraniyomê bi tîratiya %60 ku tenê yek beş kêmtir ji Uraniyoma %90 bo berhemanîna bombeya navkî ye, berdewam kiriye”.

“Naftali Bennett” teîd kiriye ku welatê wî di hember bernameya navkiya rejîma Îranê de bêdeng namîne û îznê jî nade ku Îran bigihîje bombeya navkî.