Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokwezîrê Îsraîlê bi armanca navbendçîtî serdana Moskoyê kir

11:25 - 6 Adar 2022

Serokwezîrê Îsraîlê “Naftali Bennett” bi armanca navbendçîtî li navbera “Rûsiye û Ukrayn”ê serdana Rûsiyê kiriye.

Serokwezîrê Îsraîlê “Naftali Bennett” bi armanca hevtîtin digel serokê Rûsiyê “Vladimir Putin” û encamdana navbendçîtî li navbera Rûsiyê û Ukraynê çûye Moskoyê û pêka gotina berdevkê Kirimlînê “Dmitry Peskov”, ew serdanek demkurt a “Naftali Bennett” e û li derheq rewşa Ukraynê mijûlê gotebêjê ye.

“Dmitry Peskov”, li derheq naveroka mijarên ku Serokwezîrê Îsraîlê li ser hevpeyvînan dike ti zaniyariyek zêdetir belav nekiriye.

Serkomarê Ukraynê “Volodymyr Zelenskyy” berê daxwaz ji “Naftali Bennett” kiribû ku di navbera “Kiyef û Mosko”yê de navbendçîtiyê bike.

Tevî ku Îsraîlê pêwendiyên xwe digel Rûsiyê parastine, bi berdewamî alîkariyên pizîşkî û dermanî bo Ukraynê şandine û heta Wezareta Tendirustiya Îsraîlê ragihandiye ku nexweşxaneyk bo çareseriyên pizîşkî û dermankirina birînên birîndarên şer ava kiriye û tîmên pizîşkî jî dê bêne şandin.

Êrîşa Rûsiyê bo ser Ukraynê, berteka cîhanî li pey xwe aniye û gelek ji welat û kompaniyên cihanî pêwendiyên xwe digel Rûsiyê qut kirine.