Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokwezîrê Îsra`îlê hişdariyê dide dijberên xwe

12:23 - 21 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Serokwezîrê Îsraî`lê dibêje ku, em li dijî şer in, lê emê bi hemû hêza xwe li hemberî ewên ku  armanca  wan kom kujiya hevwelatiyên Îsra`îlê ye wê bisekin.

Roja Pêncşemî rêkefta 20`ê Îlonê “Benjamin Netanyahu” Serokwezîrê Îsra`îlê di gotûbêjekê de ragehandiye ku, Em dibe hemû hewla xwe ji bo pêşî giritin ji şer bidin, lê hekî şerek bi me hate kirin emê bi hemû hêza xwe, Ii hemberî ewên ku armanca van jinav birina me ye bisekinin.

Navbirî  di vê axavtina xwe de bi navbirina komara Îslamî ya Îranê got ku: Kesên ku daxwaza  ji nav birina me hene, yên di Rojhilata navîn de bi taybet evên ku ji aliyê rejîma Îranê ve tên kontrolkirin,  bi dijberîkirina eşkere derheq jinav birina Îsra`îlê,  pêdagîrî dikin.

 Herwisa “Benjamin Netanyahu” ev yeka jî zêde kiriye, ku Berevanîkirin ji xwe erk û wezîfeya me ye, û em dev jê ber nadin.

 serokwezîrê Îsra`îlê   piştî êrîşa mûşekî ya Îsra`îlê ya roja Duşemî  bo ser Sûriyê wiha gotiye.

Hevdem roja Pêncşemî, wezîrê Berevaniyê yê Îsra`îlê daye zelalkirin ku, Îsra`îl êrîşên xwe yên bo ser Sûriyê nasekinîne.

 Li gorî raportên meha borî yên medyayên  navxweyî yên Sûriyê, di heyama meha borî de, barafirên şer yên Îsra`îlê  binke û baragehên leşkerî yên rejîma Îranê yên li Bakûrê Rojhilata Sûriyê yên di “Hemayê”  de kirine armanca êrîşên xwe.

Ji aliyekî din ve berpirsekî payebilind yê hêza Berevaniyê a Îsra`îlê, daye xuyakirin ku, artêşa Îsra`îlê di heyama yek sala nîv a borî de, zêdeyî 200 binke û baregehên leşkerî bi 800 mûşek û gulleyên topan di Sûriyê de kirine armanca êrîşên xwe.