Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serrafekî Îranê bi sûçê binpêkirina dorpêçên ser Îranê, bi 23 meh hepsê hate cezadanê

12:11 - 16 Çirriya pêşîn 2020

Wezareta Dadgusteriya Amerîka roja Pêncşemiyê ragihand ku Seyîd Seccad Şehîdiyan, bi sûçê binpêkirina dorpêçên amerîka li ser Îranê, bi 23 mehan hepsê hate ceza danê.

Seyîd Seccad Şehîdiyan temen 33 salî Di meha Cozerdana îsal di dema dadgehî kirina xwe de, ew suçe kêşa ustê xwe ku cehd kiriye dorpêçên li ser rejîma Îranê, binpê biket.

Navbirî ku birêveberê navendeke Maliye û karê serafiyê dike.

Ew sûçdare 2 salan berî niha di Lendenê de hatibû binçavkirin, û li ser daxwaza Amerîka, birîtaniya ew radestî dadigeha Fedirale Amerîka kir.

Ew hatiye sûçdarkirin ku bi awayê mifah wergirtin ji belgeyên saxte, wî cehd kiriye dirav weguhaze bo îranê.