Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sersala 2020 li paytexta Herêma Kurdistanê bi coşeke mezin hate pîrozkirin

12:21 - 1 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Herêma Kurdistanê, îsal cuda ji salên derbasbûyî bi aheng û xemleke cudatir pêşwazî li sala nû kir.

Li demekê de ku hemi dewera Rojhilata Navîn gîrodê alozî û şer û teror û dîktatoriyê ye, li Herêma Kurdistanê Cêjna sersala 2020 gelek bi coş û li jêr ewlehiyek bê hempa de, hate pîrozkirin.

Li demekê de ku bi taybetî li piraniya Parêgeh û Paytextê Îraqê de tenahî çinîne û xelk bi sebebê nebûna azadî û xizmetguzariyan û tedaxula Îranê xwenîşandanan dikin, li Herêma Kurdistanê gelek amadekarî bo pêşwaziya li serê sala nû ya zayînî, hatibû kirin û Qad û kolanên Bajaran, parek bûn ji cihên giştî bo şahî û xweşî û pêşwaziya sersalê.

Ev  jî nîşana hebûna azadî û demokrasî, û tenahiyê ye ku ev perça azade Kurdistanê bûye sembola şaristanî û zindîbûnê.

Bi hezaran kes li Park û qada Bajarên Kurdistanê li hev civiyan û bi aheng û govend û şahiyê amadekarî bo pêşwaziya sala nû kirin.

Herwisa hejmareke zêde ya xelkê ji welatên derdor û bajarên başur û naverasta Iraqê jî bo beşdarîkirin li wê cêjnê de, serdana Kurdistan û bi taybet  Hewlêra paytext kiribûn.

Herwiha Birêweberiya Hewlêrê ragihandiye di warê emnî û hêsankirina hatinûçûnê de di rojên serê salê de, hemû amadekarî hatine kirin, ku gorî texmînan sedan hezar kes dê li rojên te`etîliya cêjnê de, serdana Herêma Kurdistanê bikin.