Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

sersala nû rastî kêmbûna êmîş dibe

15:40 - 17 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Di Îranê de sersala nû, rastî kêmbûna êmîş dibe.

Li gorî raportên belavbûyî, li gellek terebar û sarincên rejîma Îranê rastî kêmbûna êmîş hatine û herwisa di sarincan de çend core êmîş tunînin,  û di gellek sarincan de jî  mîveyên wekî “pirteql” li dest nakevin û herwisa gellek coreyên din yên êmîş jî di terebaranda de, bo kirînê peyda nabin.

Di heyama rojên derbazbûyî de, berpirsên rejîmê dabûne eşkerekirin ku, bi sedema dorpêçên aborî yên Amerîkayî yên li dijî rejîmê, ev rastî kêmbûn û heya nebûna hin coreyên êmîşan di bazarên Îranê de hatine,  û herwisa sedemên wekî çêbûna lehiyî di başûrê rojavaya welat de kirine hincet

 Pêka amaran,Îran 54.mîn welate di Herêma Rojhilata Navîn de, bo berhemanîna êmîş,lê , piştî dorpêçên aborî yên Amerîkayî yên li dijî rejîma Îranê, û herwisa nebûna wekhevbûn û bilindbûna nirxên hewcehiyên xelkê, bitaybet bilindbûna nirxên tiştên xwerinê  ku, bûye sedem xelk bi  zehmetî şiyana   dabînkirina wan hebin.