
Kurdistanmedia: Dezgeha Rêkxistina Giştî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, peyameke sersaxiyê bi boneya koça dawî a Dr. “Celad Hacî Zade”, kesayetiyeke akademîk ê xelkê bajarê Serdeştê, rû ji xelkê wî bajarî belav kir.
Peyamm wiha ye:
Xelkê nîştimanperwer ên bajarê Serdeşt!
Ronakbîrên xebatkar û ogirên zanist û pêşkevtin!
Malbata xembar a mamoste “Celal Hacî Zade” (Raman)!
Jidetdana mamosteyê xebatkar, Dr. “Celal Hacî Zade” ziyaneke mezin bû ku li civatgeha tekoşerên meraqvanên xizmet bi gel û nîştiman a tepeser a me ket.
Dr. “Celal Hacî Zade”, kesayetiyekî nîştimanî ê naskirî, xweşnav û bîrmend ê gelê me bû ku bi awayekî cangorî para herê zêde jiyan û şiyana xwe terxanê xizmetkirin bi gel û welatê xwe kiribû û ji ber sedemekê ku cihê şikê bû, bo hertimî ji destê me çû.
Tevî jidestdana mamoste “Celal Hacî Zade” ku em daxdar kirin, em sarsaxiyê dibêjne xelkê bajarê Serdeştê, rûnakbîran û tekoşerên rêya pêgihandina ciwanên nîştimana me bi giştî û malbata rêzdar a Dr. “Celal Hacî Zade”.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Dezgeha Rêkxistina Giştî a PDKÎ