Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şeş hezar gund di Îranê de li hebûna ava xwarinê bê parin

12:07 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2019

 Kurdistanmedia: Di Îranê de zêdeyê 6 hezar gund li ava vexwarinê bê parin û piraniya wan gundan ji rêya maşînên tankerdar, avê bo wan vediguhazîn in.

Li gorî nûçeyê navxweyî yên belavbûyî, Di Îranê de zêdeyê 6 hezar gund li ava vexwarinê bê parin û piraniya wan gundan ji rêya maşînanên tankerdar bo wan avê vediguhazîn in, û herwisa bi nebûna ajotvanên maşînên tankerdar yên av veguhastinê, carna hidek ji wan gundan, hevwelatî bo du debe av demjimêran dor digrin.

Berpirsên rejîmê ku îdi`a dikin û berdewamî dibêjin gundên Îranê li tu îmkanat û hewcehiyeke jiyanê bêpar nînîn, lê beravajiyê wan axavtin ên berpirsên direwkar, di piraniya gundên Îranê de, hevwelatî li gelek îmkanatên xwebijiyî bêparin û herwisa yek jiwan ava vexwarinêye ku dibe hevwelatî bi demjimêran li dora avê de bisekînin daku ava pêdivî bo xwe dabîn bikin û dibe bo çend rojan wê avê di kalon û debeyan de xezin bikin.

Rejîma Îranê dema ku dikare bo welatên derve bi boriyan neft û gazê bikişîne, yan jî bi milyardan tûmen bo kiryarên terorîstî û bo girûpên terorîstî bikar bîne û terxanê wan bike, çima basa pêdiwîyên hevwelatiyan tê gorê, bûdce û îmkanat tunine?, ev nîşaneya wê yekê ye ku, rejîm û berpirsên rejîmê karekê ku mifaha hevwelatiyan tê de be nakin û tenê dizain tepes bikin û wan çav birsî bêhlin.