Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şeva Yelda û 89`emin salvegera jidayîkbûna Duktor “Qasmlo” hate pîrozkirin

17:29 - 22 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Bi awayekî girseyî şeva Yeldayê ku şeva jidayîkbûna Dr. “Qasimlo”yê mezin, li bajarê Hewlêr û kempa Cêjnîkanê hate pîrozkirin.

Nûçegihanê TISHK tv li Hewlêr a paytexta herêma Kurdistanê em haydar kirin ku bi minasibeta şeva yeldayê, şeva jidayîkbûna “Dr. Ebdulrehman Qasimlo” rêberê bê hempa yê gelê Kurd, bi hevkariya herdu komîtên PDKÎ li “Hewlêrê û Qoştepe”yê, rêwûresmeke jêhatî lidar xist.

Merasima şeva Yelda Anku şeva çile, demjimêr 7 û nîvê êvarê bi beşdariya pareke berçav ji endamên rêberiya Hizba Demokrat û berpirs û endamên Dezgeha Rêxistina Gistî

destpêkir.

Ev merasime bi Sirûda “Ey reqîb” û xûlek bêdengî bona rêzgirtin ji riha şehîdên Kurdistanê destpêkir.

Piştre “Tahir Mehmûdî” berpirsê Dezgeha Gişti ya Rêxistina PDKÎ gotarek bi wê minasibetê pêşkêş kir.

Navbirî di gotara xwe de basa kesayetî, hizr û rola Dr. Qasimlo kir.

Di navbera wê merasimê de çendîn helbest û stran hatine pêşkêşkirin.

Di pareke din ya rêwûresma şeva Yeldayê de, ew kesane ji aliyê Dezgeha Rêxistin a Giştî ya PDKÎ ve hatine xelatkirin ku 20 sale endamên PDKÎ ne û di xebata xwe de berdewamin.

Birîna kîka 89 saliya jidayîkbûna Dr. Qasimlo bi şahî û dîlan dawî para wê merasimê bû.

Her bi minasibeta şeva Yelda û 89`emîn sala jidayîkbûna rêberê navdar ê me, rêwûresmeke bi coş li kempa Cêjnîkanê jî hate lidar xistin.

Rêwûresma şeva Yeldayê û yada jidayîkbûna Dr. Qasimlo, bi amadebûna parek ji endamên rêberiya Hizbê û kadir û pêşmerge û malbatên wan, bi sirûda xudaya weten ava kî destpêkir.

Piştre moma 89`emîn sala jidayîkbûna Dr. Qasimlo, ji aliyê Mam Ehmed, pêşmergê kevnar ê Hizbê ve hate hilkirin.

Paşê “Kerîm perwîzî” endamê Desteya kargêrî yê PDKÎ bi wê hilkftê basek pêşkêşî amadebûyan kir.

Di nava wê rêwûresma cejna jidayîkbûna rêberê aştîxwaz ê gelê me, çendîn stran, sirûd û helbest hatine pêşkêşkirin.

Merasima şeva Yeldayê bi dilan û şahiya amadebûyan dawî pêhat.