Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şeva Yelda û roja jidayîkbûna “Pêxemberê Aşitiyê” bilind hate nirxandin

15:57 - 21 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Rêûresmek taybet bi boneya bilindragirtina şeva Yeldayê û roja jidayîkbûna rêberê egîd ê gelê Kurd, Dr. “Ebdulrehman Qasimo”, bi rê ve çû.

Êvara roja Înê, 29`ê Sermawezê, Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Kurdistana Îranê, rêûresmek bi hilkefta vebîranîna şeva jidayîkbûna rêberê zana yê gelê Kurd, Dr. “Qasimlo”yê nemir, birêve birin.

Ew rêûresim, bi marşa netewî ya “Ey Reqîb” û ragirtine bîstek bêdengî, ji bo canê paqij ê Şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pêkir.

Piştre peyama Yekîtiya Ciwanan, bi boneya şeva Yeldayê, ji aliyê “Saman Seyîd Ehmedî” ve, hate pêşkêşkirin.

Paşê şemala 89 saliya jidayîkbûna Duktorê zana, ji aliyê “Bêrîvan Heyderî” û “Çalak Îsma`îlî” ve, hate hilkirin.

Piştre Dr. “Mîro Eliyar”, endamê Navenda Siyasî yê PDKÎ, li derheqê kesayetiya Dr. “Qasimlo”, çend gotinek pêşkêş kir.

Navbirî di gotinên xwe de, tevî pîrozkirina wê hilkeftê baskir ku, Dr. “Qasimlo”, tevî vê ku tenê 59 salan jiya, lê jiyanekî pir ji berhem hebû ku em dikarin çendîn pirtûkan li ser binivîsin.

Herwisa Dr. “Eliyar” bi îşarekirin bi hin taybetmendiyên wekî xakîbûn, azadbûn, modêrnbûn, hizirkar û çendîn taybetiyên din yên, Dr. “Qasimlo”, basa vê yekê jî kir ku, dibe bo naskirina wî rêberê nemir, li ser wan taybetmendiyên navbirî, semînarên cuda bêne girtin.

Herwisa navbirî got: “Dr. Qasimlo mirovek bû ku xwediyê hemû taybetmendiyên mirovên din hebû lê mirovekî mezin bû”.

Rêûresim, bi çendîn helbest û stran û çend tabloyûn dîlanê û birêvebirina dîlanê hatibû xemilandin.

Di parek din a rêûresmê de, lewheya rêzgirtinê bi hinek kesan re hate pêşkêşkirin ku, di birêvebirina karên Yekîtiya Ciwanan de alîkar bûn.

Rêûresim bi dîlan û daweta amadebûyan dawî pêhat.