
Kurdistanmedia: Li bajarê Serpêla Zehaw, Xêveteke erdhejilêdayan agir pê ket û bi tewavî şevtî.
Li gorî raporên belavbûyî, di nav kempên erdhejilêdayî yên bajarê Serpêla Zehaw a girêdayî parêzgeha Kirmaşanê, şevat derket, û di encama vê şevatê de, 4 kes şevitîn, û ji aliyê navenda Hewarhatinê, bo nexweşxaneya bajarê Kirmaşanê veguhastin.
Herwisa di nav vê xêvetê de 4 kesan jiyan dikir, û her çar kes jî bi sebeba şevatê, ji aliyê navenda Hewarhatinê, bo nexweşxaneya Kirmaşanê veguhastin.
Berpirsên navendên alîkarîkirin û Hewarhatinê yên rejîmê, di warê gihandina hewcehiyên serekî yên jiyanê bo erdhejilêdayên Serpêla Zehawê xemsariyan dikin.
Herwisa ew yekem car nine ku, erdhejilêdayên wî bajarî rastî bûyerên wekî şevat û baran barîna zêde yan lehî sirr û seqema zivistanê dibin, û berprisên rejîmê gellek bi hêsanî û bê xem li hemberî van arîşeyan de derbez dibin.
Li 21`ê Gelarêzana sala borî, erdhejek bi qasî 7.3 rîştêrî, di Kurdistana Rojhelat de hat, ji ber vê erdhejê jî, zirarên malî û canî zêde gihîştine xelkê wê deverê, û nêzîk 10 hezar kesî di vê erdhejê de, birîndarbûn yan jî canê xwe ji dest dan.