Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şevberka helbestan ya Sipaha Pasdaran seba dorpêçên edîban, birêve neçû

21:26 - 5 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Paş bangewaziya berbilav ya navenda nivîskarên besîc li bo birêve birina şevberkek helbestan, seba beykuta nivîskaran û edîbên Pawe, hilweşiya.

Li gor rapora Kurdistanmedia, di wan çend rojên derbasbûyî de, îdareya Îrşad û Sipaha Pasdaran a rejîma Îslamî a Îranê di hewlekê de, nivîskaran û helbestvanên Pawe û Hewramanê ji bo birêve birina şevberkek helbestan ku ji aliyê kanûna nivîskaran ve hatibû lidar xistin, gazî kiribûn ku seba pişikdarî nekirin û baykot ji aliy edîban û nivîskaran ve, şevberka helbestan birêve neçû.

Navenda helbestan û nivîskarên besîc bi alîkariya îdareya Îrşada Îslamî û Sipaha Pasdaran li bajarê Pawe ava bûye.

Di avakirin û pêkanîna wê navendê de Serheng Îbrahîm Semş fermandê besîc yê Pawê û berpirsê Îrşad a Îslamî rûla serekî gerandine.