
Bi sedema bilindbûna xercê jêkirina sêvan ji daran û kêmbûna nirxa sêvan li bazaran, xwediyên baxçeyên sêvan li Sonqur û Kulyayî, neçar mane dest li jêkirina sêvan berdin.
Xercê zêde yê jîkirina sêvan û kêmbûna nirxa sêvan li bazaran, bûne sedem ku werzêr li bajêrê Sonqur û Kulyayî dest ji jêkirina sêvan berdin û keda wan ya yek salê bo berhemanîna sêvan vala çûye û eger werzêrek bikare beşek ji wan sêvan ji daran jê bike pirsgirêka nebûna sarxaneyê heye û berhemên wan di demekî kurt de divê bêne firotin.
Xwediyên baxçeyan li Sunqur û Kulyayî gotine ku xercê jêkirina sêvan ji daran gelek zêdetir ji nirxa firotina wan e.
Nebûna sarxane li wê deverê pirsgirêkek din a wan werzêran e, û werzêrên ku tevî pirsgirêkên bê avî, xercê zêde karîne beşek ji wan berhem bînin, niha nikarin ti qazancekê ji wan berhemên xwe bikin.
Berpirsên wê parêzgehê ti hewlek bo kirîna wan sêvan ji werzêran nedane û bi tenê nirxeke hezar û 460 Tumenî bo sêvên bin daran diyarî kirine ku heta kêmtir ji xercê veguhastina wan sêvan e.