Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sêvên parêzgeha Urmiyê bi cihê firotinê di sarxaneyan de mane û rizî dibin

17:06 - 15 Kanûna pêşîn 2021

Di parêzegha Urmiyê de zêdetir ji 500 hezar ton sêv ku bo firotinê di sarxaneyên wê parêzgehê de hatine paşkevkirinê, neyêne firotinê dê li demek kin de rizî bibin.

Pêka nûçeyên belavbûyî, îsal di parêzgeha Urmiyê de milyonek û 270 hezar ton sêv hatibûne berhemanîn, lê bi sedema rewşa hewa zêdetir ji 1 li ser 3 a wan sêvan tûşî xisarê bûn û wekî sêvên bindaran hatine hesibandin û ji 730 hezar ton sêvên paşkevktkirî bo firotinê tenê 155 hezar ton hatine firotin.

Pêka amarên Wezareta Cehada Werzêriyê, ji destpêka meha Sermawezê ve tenê 155 hezar ton sêv li gumrikên parêzgehê bo welatên wekî Îraq, Tacîkistan, Ozbekistan, Hindistan û…hwd hatine firotinê ku nîşandeka hêdîbûna meşa firotinê ye”.

Pêka amarên rejîmê 575 hezar ton sêv di sarxaneyên parêzgehê de mane, lê Serokê Sendîkaya Sarxaneyên Parêzgeha Urmiyê “Murad Axabalazade” got: “Di rojên dawî ên meha Sermawezê de 640 hezar ton sêv di sarxaneyan de mane”.

Herwisa navbirî got: “Eger sêv bi wê lezgîniya kêm bêne firotinê, bi berçavgirtina kaliteya sêvên îsal ku nizim bû, di rojên bê de sêvên paşkevtkirî li sarxaneyan dê rizî bibin û em nigeranê wê rewşê ne”.

Firotina sêvan pirsgirêka hertimî ya werzêran li parêzgeha Urmiyê bûye û her sal bi 100an hezar ton sêvên werzêran rizî bûne û xisarên giran bi werzêran kevtiye.