Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sêvên parêzgeha Urmiyê bûne qurbaniyê neşiyan û nebûna bernameya rejîmê bo firotina sêvan

11:56 - 7 Kanûna Paşîn 2022

Di Parêzgeha Urmiyê de bi nirxa zêdetir ji 10 hezar miliyard Tumen sêv bûne qurbaniyê bêbernamebûna rejîma Îranê bo firotina sêvan û vê yekê xisarek zêde bi werzêrên wê parêzgehê xistiye.

Firotina sêvan di parêzgeha Urmiyê ku yek ji mezintrîn navendên berhemanîna sêvan di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de ye û salane zêdetir ji 1 miliyon û 200 hezar tun sêvan berhem tîne, bi awayek berçav daketiye û bûye sedema vê yekê ku zêdetir ji 10 hezar miliyard Tumen xisar bi wan berhemên werzêriyê bikeve û ew rêjeya zêde ji sêvan bûye qurbaniyê bê bernamebûna sîstema seqet û bikêrnehatî ya bazara firotina berhemên werzêrîyên Îranê .

Di vê derheqê de hatiye baskirin ku zêdetir ji 700 hezar ton sêvên bi wec û bi kalîteya baş di sarxaneyên parêzgeha Urmiyê de mane ku divê di heyamê kêmtir ji 2 mehên de bêne firotin, neku ew sêv dê li sarxaneyan de birizin û ji nav herin.

Guhnedan û neşiyana berpirsan, bûye sedema vê yekê ku her salê xisarên gelek zêde bi werzêran bikeve û keda wan bi cihê qazancê, bo wan bibe bi xisarek mezin.