Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

seven parêzgeha Urmiyê ji aliyê rejîmê ve bê nirx bûye

12:15 - 20 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Sêvên parêzgeha Urmiyê ku her sal bo derveyê welat dihate şandin, lê rejîm îsal ew sêvane bi nirxekî kêm dixwaze bikire.

Parêzgeha Urmiyê yek ji mezintirîn parêzgehe bo şandina sêv bo derweyê welat, û pêka amaran di Îranê de sala derbasbûyî %50 şandina sêv bo derveyê welat ê parêzgeha urmiyê bûne.

Îsal jî, pêka texmîna îdareya bazirgan ya parêzgeha Urmiyê ku dabû zanîn, dibe 1 milyon û 200 hezar tûn sêv bo derveyê welat bê şandin.

Eve di halekê de ye, bi sedema ku îsal çandinkar rastî ziyanan hatine, berpirsên rejîmê jî, îstîmar kirine, û ji xwediyên rezan re gotine ku sêvê wan bi awayê jêr darî dikirin.

Her di vê derheqê de, li heyama çend rojên derbasbûyî ku teyrokê ziyaneke berçav gihande çandiniya bajarê Urmiyê, berpirsê Cehada Çandinî Resûl Celîlî gotibû, nêzî 5 hezar û 682 hiktar, li bax û rezên bajarê Urmiyê bi sedema teyrokê û lehiyê ziyan lê ketiye, bila kompaniyayên konsantre, bi awayekî erzan berhemên wan bikirin.

Rejîm bi cihê ku alîkariya welatiyan bike û ziyanên wan bi awayekî baş qerebû bike, lê tenê di fikra xwe de ye.