Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sêvên parêzgeha Urmiyê yên ku li ser rêyan hatine dêpokirin têne xirkirin

11:17 - 7 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Di parêzgeha Urmiyê de ku pirraniya xelkê wî parêzgehî karî çandî dikin, di dema berhemanîna çandiniya xwe de rastî pirsgirêkan tên, û rejîm jî hasila wan bi kêmtirîn nirx ji wan dikire.

Di parêzgeha Urmiyê de, 80 hezar malbat ji rêya bax û rezan ve jiyana xwe dabîn dikin, lê îsal tevî ku çandiniya wan rastî ziraran hat, rejîma Îranê jî, hasila wan bi nirxeke kêm ji wan dikire.

Di parêzgeha Urmiyê de çandinkar bi sedema ku rejîm berhemên wan bi nirxekî kêm dikire, neçarin sevên xwe li ser rêyan dêpo bikin da ku bifroşin, lê îsal rejîmê dêpo kirina sêvan jî li ser rêyan qedexe kiriye, û bi awayekî xirab ew sevên ku li ser rêyan danîne bi bodzêlan xirdikin.

Berpirsên rejîmê bi şanazîkirin bi berhemanîna sevên parêzgeha Urmiyê dibijên, parêzgeha Urmiyê ji warê berhemanîna sêvan di Îranê de asta yekem heye, lê berevajî çandiniya xelkê zehmet kêş bi sedan fêl û bi nirxekî herî kêm dikirin.