Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sêvik (Potato) bûye gefeke mezin li ser saxlemiyê

12:28 - 3 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Di Îranê de sêvkên binê erdê bi hegera mifahwergirtina zêde ya derman û kûdên şîmyayî, tendirustiya xelkê xistiye nav tirs û nîgeraniyê de.

Li gor rapora televîzyona rêjîma Îranê, ev sêvikên jehrî li parêzgeha Kirmanşanê têne çandin û rakirin, û bêtir bo hinardekirina bo welatê cîranê Îraqê, ev sêvik têne bikaranîn.

Navenda cehada çandiniya wê parêzgehê ragehand ku (NITRAT) a sirûştî ya nava sêvikan ku dibe 170 ppm be, lê di nava sêvkên ku li  Kirmanşanê têne berhemanîn, NÎTRAT digehe 710 ppm, ku eva jî metirsiyeke mezin e bo ser silametiya mirovan.

Tê gotin ev sêvik bi tevahî bijehr in û dikarin canê mirovan bêxne tirsê de, û mezinan tûşî nexweşiya penceşêrê dike, û zarokan jî tûşî kêmxwîniyê dike. Piraniya van berheman ji rêka deriyê Perwîzxan bo Îraqê têne hinartin .

Her li pêywendî di gel jehrawîkirina welatê cîran anku Îraqê de, roja derbasbûyî hate ragehandin ku polîsê Îraqê girûpek girtine ku jehr rijandine nava çemê Dîcle, ku endamekî vê girûpê Îranî bûye, lewra gumana hindê heye ku jehr hinartina bo Îraqê siyaseta fermî ya rêjîma Îranê be.