Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şêvra tenahiyê biryar da ku dest bi ser Tonêlên Hizbilahê de bigre

14:03 - 30 Tebax 2020

Şêvra tenahiya rêkxistina Netewên Yekbûyî bi koma dengan biryar da ku memûriyeta hêzên parêzvanê aştiyê di Lubnanê de, bo heyamê salekê dirêj bike.

Roja 29ê Tebaxa 2020 an Şêvra tenahiya netewên yekbûyî li ser pêşniyara Firansê, bi koma dengê her 15 endamên wê Şêvrê, biryarnameyek pejirand ku bo heyamê salekê hêzên parêzvanê aştiyê di Lubnanê de bimînin , û herwisa di wê biryarnamê de hatiye ku hewceye şêvra tenahiya navnetewî haya hemî hurgiliyên hebûna Tonêlên Hilbullahê li ser sirûr hebe û bazresên wê şêvrê bikarin serdan û jêvekolînê li ser bikin.

Di wê biryarnamê de hatiye piştrast kirin ku di sinûrê di navbera Lubnan û felistînê de Hizbullahê Tonêl lêdane, û pejirandina biryarnameyekî wiha lezgîn û jêvekolîn li ser wan Tonêlan, dikare serkevtineke Netewên Yekbûyî bête hesibandin bona berteng kirina çalakiyên terorîstiye Hizbullahê.

Hêzên parêzvanê aştiyê ku naskirîne bi “ Yûnîfîl ”, bi armanca zêrevanî û naybençîtiya Lubnan û Îsraîlê li ser sinûrê di navbera herduk welatan cih girtine, ku hejmara wan 15 Hezar kese.

Hizbullahê bi armanca veguhastina çek û teqemeniyan û hatinûçuyîna di navbera Lubnanê û Felistînê, bo ewê ku berçavê Îsraîl veşartî bimîne, li ser sinûran dehan tonêl lêdane.