Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şêwirmendê berê yê “Obama”: Bilindiyên Golanê biriyar bû bi Sûriyê re bê dan

18:36 - 11 Nîsan 2022

‎"Frederick Hoof‎" Şêwirmendê berê yê "Barack Obama" li karûbarê "Sûriyê", li pirtûka xwe ya nû ya bi navê "Bidestxistina Bilindahiyan" ku çîroka hewlek nihênî bo gehiştin bi aştiya di navbera "Sûriye û Îsraîlê", hûrdekariyên nihênî yên gotûbêjên di navera "Sûriye û Îsraîl"ê de belav kiriye, û biriyar bûye, ger "Sûriye" digel "Îran"ê pêwendiya xwe qut bike, Îsraîl dê bilindahiyên Golanê bide wî welatî.

Rojnameya Îsraîlê ya bi navê “Haaretz” di vê derheqê de nivîsiye: “Ger ew gotûbêj gihaba bi encamê, biriyar bû ku Îsraîl bi tevahî ji bilindahiyên Golanê paşekişiyê bike.”

Pêka nivîsîna “Haaretz” di rêkevtina ku bas jê hatiye kirin, ne tenê aştiya tevaw di navbera “Îsraîl, Sûriye û Lubnan”ê de hatibû pêşbînîkirin, belkî dihate çavnihêrîkirin ku Sûriye bi tevahî pêwendiya xwe digel rejîma Îran û Hizbullah û Hemasê qut bike.

“Itamar Rabinovitch”, Balyozê berê yê “Îsraîl”ê li Waşingtonê, ku xwe li gotûbêjên “Îsraîl û Sûriy”ê ya bi navbeynkariya “Bill klinton” beşdarî kiribû, roja Yekşemî di civînekê de digel rojnameya “Haaretz” de gotiye, berdewamiya  wan civînên bi nihênî yên di serdemê “Barack Obama” de  kêm mabû ku Îsraîl û Sûriyê bigihijîne aştiye.

Serdemê ku bas jê hatiye kirin, wedigere bo dema şerê hundirî yê “Sûriyê” ku heta niha jî berdewam e.