Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şêwirmendê Xamineyî teqîna Netenzê bi xirabkariya pîşeyî ve girê da

16:20 - 21 Çirriya paşîn 2020

Şêwirmenê rêberê rejîma Îranê li karûbarên leşkerî de, gotiye ku teqîna damezraveya “Netenz”ê xirabkariyeke pîşeyî bûye.

Şêwrmendê rêberê rejîma Îranê, “Husên Dêhqan” got: “Ew kesên ku berpirsê danîna hindek ji emrazên damezraveya navikî ya Netenzê bûn, guhertinek têde kiribûn ku bû sedema teqînê”.

 “Dêhqan” di hevpeyvîna xwe digel nûçegihaniya “Asoşeytêd Pres” derheq teqîna damezraveya navikî ya Netenzê ku di meha Pûşper a îsal de qewimî bû got: “Ew xirabkariyekî pîşeyî bû û ew mijareke bi tewawî rohn e; hindek kesên ku berpirsê danîna hejmarek ji alavan li stûyê wan bûye, guhertin têde kirine ku bûye sedema wê teqînê”.

Wê derheqê de, Endamê Komîsiyon a Ewlehiya rejîm li Meclis”ê, “Cevad Kerîmiyan Qudûsî” di meha Gelawêjê de ragihandibû ku sedema teqîna damezraveya navikî ya “Netenz”ê “rêpeydakirina” li “parastin û berevanî” ya wê damezraveyê bûye.

“Dêhqan” Herwisa li derheq gefên “Donald Trump” li ser êrîşkirin li ser damezraveyên navikî ya Netenzê, bertek nîşan da û got: “Şerekî berteng û taktîkî dikare bibe sedema şerekî tewaw”.

Heftiya derbasbûyî, serkomarê Amerîka “Donald Trump” rûniştinekê digel şêwirmendên xwe li koşka Spî pêkanîbê û bas ji êrîşa leşkerî wekî bijardeyekî berdest, li ser damezraveyên navikî yên Îranê kirbû.