Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şewitandina jîngehê di Rojhilatê Kurdistanê de berdewam e

13:38 - 13 Tebax 2021

Agirên daristanên “Gêle Keran” hêj nehatine temirandin û agirê daristanên gundê “Duweyse” li Merîwan û Qamûşên gola “Zirêwar”ê bi hewla parêzerên jîngeh hatine temirandin.

Encumena “Sewza Çiya” heta niha 3 tîmên cuda ji Parêzerên jîngehê bo temirandina agirê daristanên “Gêle Keran” şandine lê bi sedema berfirehiya wî agirî û nebûna alavên hewce, nekarîne wî agirî bitemirînin û çendîn roj e ku parêzerên Jîngehê bi alîkariya kesên xwebexş cehda temirandina wî agirî didin.

Herwisa jîngehparêzên Encumena “Sewz a Çiya” bi cehda micid û alîkariya xelkê xwebexş, karîne agirê li nav qamûşên gola Zirêwarê bitemirînên lê xisareke gelek zêde geheştiye jîngeha wê golê.

Herwisa agirê daristanên gundê “Duweyse”yê ser bi bajarê Merîwanê bi cehda Encumena “Sewz a Çiya”ya Mirîwanê û alîkariya xelkê jîngehparêzê gundê “Duweyse”yê hate temirandin lê gelek xisar geheşte wan daristanan.

Herwisa pêka zaniyariyan, di tenişta çemê Seqizê de agirpêketinek qewimiye ku piştî çendîn demjimêran ji aliyê xelkê û jîngehparêzan ve hatiye temiran lê xisareke zêdê gehandiye jîngeha wê deverê.

Kesên girêdayê rejîma Îranê bi zanebûn agir berdidne daristan û jîngeha Kurdistanê.