Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şewitandina surûşt û agirberdan di nav bajarên Îranê de berdewam e

13:18 - 14 Hezîran 2020

Daristanên “Dêhbokrî” di parêzgeha Kirmanê de di nav agir de dişewitin û xisarên giran bi sirûşta zagirosê ketiye.

Roja Şemî, 13`ê Hezîranê, Daristanên devera Dêhbokrî di başûrê parêzgeha kirmanê de, rastî şewatê hat û xisarên mezin bi wê darîstanê ketin û ew çendîn car e ku ew daristanên surûştî tê şewitandinê û bi hegera tinbûna hewcehiyan bo temirandina agir û xemsariya berpirsên rejîmê, piraniya wan daristanan ji nav diçin û derbên giran bi xweza û jiyana surûştî di wan daristanan dikeve.

Deverên Zagrosê bi piranî rastî wan agirbrdananê hatine û pêka gotina berpirsên rejîmê bi xwe jî piraniya wan şewatan bi zanebûn hatine kirin.

Herwisa daristan û çêrîngehên parêzgehên Kirmaşan, Sine û Îlamê jî, ji wan agirberbûnane xisarên giran dîtine.

Di wan 3 rojên derbasbûyî de zêdetir ji 33 agirberdan di parêzgeha Fars de rû dane ku ya herî berpan di bilindahiyên “Zefer Abad” û çiyayên “Sebzpûşan”ê de bûye.

Herwisa roja Înê, 12`ê Hezîranê, li 4 cihên parêzgeha Îlamê de agir berdbye daristanan.

Herwisa di çendîn bajarên Îranê de, enbar û parkên nav bajaran de hatine şewitandin.

Piraniya wan şewatan ji aliyê kesên girêdayê Spaha Pasdaran a terorîst ve têne kirin.