Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şêwra û Dêhyariya “Guwêktepe” gefan li xelkê wî gundê dixwen

12:52 - 29 Kanûna pêşîn 2020

Şêwra û Dêhyariya xula 3emîn a “Guwyktepe” ku tohmeta dizî û gendeliyê li ser wan e, bo wê yekê ku neyêne dadgehîkirin û di nav xelkê de rezîl nebin, ketine despêlêdanê û givaş xistine ser xelkê ku di dadgehê de bi direv şihadetiyê bo berjewendiya wan bidin.

Di wan çend rojên derbasbûyî de, piştî ku televîzyona “TISHKTV” nûçeya dagîrkirina çêrîngehekê li bajaroka “Guwyktepe” ê girêdayê bajarê “Mihabad”ê ku ji aliyê Şêwra û Dêhyariyê ve bi hevkariya bi nav nûnerê Mihabadê belav kiribû, Şêwra û Dêhyariya xula 3emîn givaş bo xelkê taxa “Aşî” ya “Guyktepê” anîne ku di dadgehê de şihadetiya direv bo berjewendiya wan bidin.

Bi nav nûnerê Mihabadê, “Celal Mehmûdzade” piştevaniya Şêwra û Dêhyariyê dike. çendîn hiktar zevî dagîr kirine û bi xelkê re firotine û niha dizî û gendeliya wan eşkere bûye, lewma givaş xistine ser xelkê ku di dadgehê de bibêjin wan ti zeviyek nefirotine û bibêjin ku me ti pereyek bi wan re nedaye.

Di halekê de ku dadgeha Urmiyê cezaya girtîgehê û zivirandina zeviyan bo Şêwra û Dêhyariya xula 3emîn daye, dixwazin wê gendiyê bêxin stuyê xelkê.

Herwisa di vê derheqê de, “Celal Mehmûdzade” di dema hilêbijartinê de îdia kiribû ku dê li dijî gendeliyê raweste, niha dixawze bi rêyên cuda ve wan kesan bêpar bike û wê gendeliyê jî perdepoş bike.