Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şêwraya Hevkariya Kendav: “Li her danûstandineke navkî digel Îranê, em dibe beşdar bibin”

13:07 - 25 Adar 2021

Şêwraya Hevkariya Kendavê tekezî kiriye ku, her danûstandinek li derheq bernameya navkî digel rejîma Îranê hebe, hewce ye ku em têde beşdar bibin û dibe bernameya mûşekî û gefên wê li ser deryageriyê, di wan danûstandinan de cih bigrin.

Roja Çarşemî 24ê Adarê, Sekreterê Şêwraya Hevkarî ya Kendavê, “Nayif Bin Fellah Mobarek El-Hucref” di hevdîtinek digel Wezîrê Derve yê Çînê, “Wang Yî” de, li bargeha wê şêwrayê li bajarê “Riyaz” li Erebistanê, tekezî li ser pêdegiriya welatên endam yên wê şêwrayê bona bihêztirkirina pêwendî û hevkarî digel welatê Çînê kiriye ku bona bidestveanîna armancên hevpar û pêşketina ticareta azad, hewce dibînin.

Herwisa navbirî îşare bi girîngiya beşdarbûna welatên endam ên Şêwraya Hevkarî ya Kendavê li her danûstandinêkê digel rejîma Îranê de kiriye û îşare bi girîngiya dîtingeheke hemûalî û rêkxistî kiriye ku dibe bernameya navkî ya Îranê, mûşekên balêstîk, balafirên bê pîlot, ewlehî û aramiya deryagerî û gemîranî û reftara alozker ya Îranê di deverê de li xwe bigre, ku bona cihgîrkirina aramî û ewlehiya tewaw di deverê de hewce ye.