Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seyîd Husên Neqevîhusêynî serkomarê rejîmê rexne kir

12:58 - 26 Adar 2019

Kurdistanmedia: Endamekî Komisyona Ewlehiya Neteweyî a Meclisa Şêvra Îslamî serdana serkomarê rejîmê bo bajarê Qişmê rexne kir û cihê heyrîmanê da zanîn.

Li gorî raporên belavbûyî, Husên Neqevîhusêynî endamê Komisyona Ewlehiya neteweyî a şêvra îslamî ameclisa rejîmê, sefera Hesen Rohanî serkomar di demekê ye ku hin hevwelatiyên me bi sedema baran gurr zirarên canî û malî ber ketine, û ev cihê heyrîmanê ye.

Herwisa wî endamê Komisyona Ewlehiya Neteweyî a Mecilsa Şêvra Îslamî got: Ev cihê herymayînê ye ku, parzgarê Gulostanê bixwe berprisê Komîteya kirîzê ya parêzgehêye, lê, piştî rabûna lehiyî bo heyama mehêkê îzina morexesiyê vergirtiye.

Navbirî got, hebûna serkomar û berpirsên pêwendîdar di nav xelkê li demên çêbûna bûyeran dermaneke bo birînên xelkê zirar berketî, lê, bi sedema baran gurr û rabûna lehiyî di hin bajarên Îranê de, hejmarek ji hevwelatî birîndarbûne û yan jî canê xwe ji dest dane, serkomar û hin berprisên pêwendîdar bi saziyê alîkarîdanê di rewşeke wiha de bo serefên Newrozê çûne.

Wî endamê komisyona Ewlehiya Neteweyî a Mecila Şêvra Îslamî wiha berdewam kir, sefera Newrozê a serkomar bo bajarê Qişmê di demekê de ye ku, hevwelatiyên me  yên li parêzgehên wekî Gulistan û Mazenderan û Şîrazê rastî bûyera Lehiyê hatine û eva tu hincet nîne yan jî cihê erêkirinê nine.

Neqevîhusêynî di dawiya axavtina xwe de got, erêkirina vê ku di rewşeke wiha de Hesen Rohanî bo sefera Newrozê  diçe, cihê heyrîmayînê ye û nayî erêkirin ji wî pirs bikin ku vêjdana vî erêdike ku di nav xelkê ku rastî lehiyî hatine nebe.