Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sifreya xelkê Îranê hêj biçûktir dibe

16:52 - 30 Îlon 2020

Sifreya malbatên Îranê bi sedema hejarî û daketina dahatê biçûktir bûye û %15 heta %35 a malbatan, hindek ji corên xwarinan li ser sifreya xwe nabînin.

Berpirsa Giştî ya Baştirkirina Xwarin a Wezareta Tenduristî ya rejîma Îranê, “Zehra Ebdullahî” gotiye: “Paşhatên aborî yên Koronayê bûne sebeb ku %15 heta %35 a malbatên Îranê hindek ji corên xwarinan li ser sifreya xwe kêmtir kirine an bi yekcarî nikarin wan xwarinan dabîn bikin.

“Zehra Ebdullahî” daye zanîn ku, “nebûna hindek ji corên xwarinan hişdariyeke micid e, ku dibe bê berçavgirin. Bi sedema daketina dahata malbatan û bilindbûna nirxa corên xwarinan, hindek ji wan xwarinan êdî nayêne ser sifreya xelkê û hekî em karên hewce nekin, proseya kontrolkirina Koronayê tewaw nabe”.

 “Zehra Ebdullahî” tevî nedana amara serast ya zarok û dayîkên ducan ku rastî xwarina netendirust a micid hatine got: “Heta niha me 50 hezar zarokên hejar yên di bin temenê 5 saliyê de û 67 hezar dayikên ducan naskirine ku tûşî xwarina netendurust a micid hatine û me ew bi “Komîteya Îmdad”ê re dane nasandin.

Herwisa wê berpirsa rejîma Îranê daye zanîn ku, “amara xwarina netendurist di Îranê de zêdertir dibe û xwarina natendurist, karlêkeriya rasterast li ser bêhêzkirina sîstema berevaniya leşê mirov di hember nexweşiyan de heye û bi wî awayî zûtir tûşî nexweşiya Koronayê dibin”.