Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sîhemîn salroja terora duktor Qasimlo û hevalên wî li Lendenê bilind ragîrtin

18:47 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Komîteya Hizba Demokrat li Birîtaniyayê û Navenda Alîkarî ên Hizbên Rojhilata Kurdistanê, bi boneya yada 30`emîn salroja şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî, xwenîşandanek mezin li bajarê Lendenê ya Paytexta welatê Birîtaniyayê pêk anîn.

Bi boneya vebîr anîna 30`emîn salvegera terorkirina şehîd duktor Qasimlo û hevalên wî, komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li Birîtaniyayê û Navenda Alîkarî ên Hizbên Rojhilata Kurdistanê, xwenîşandaneke mezin û berfireh li bajarê Lendenê paytexta welatê Birîtaniyayê pêk anîn.

Ew xwenîşandanê li ber deriyê balyozxwaneya rejîma Îranê, bi sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” û bîstek bê dengî bo canê paqij ê şehîdên Kurdistanê destpê kir.

Piştre peyama Navenda Alîkarî ên Hizbên Rojhilata Kurdistanê ji aliyê “Ferîd Deyhîm” berpirsê komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ve, hate xwandin.

Piştre peyama Yekîtî bo Demokrasî li Îranê hate xwandin.

Paşê amadebûyan bi gotina siloganan li dijî terorîstên rejîma Îslamî, xwenîşandan berdewam kirin.

Di berdewamiya wê xwenîşandanê de, ku sedan kes li Kurdên her çar parên Kurdistanê amadebibûn, bi gotina silogan li dijî terorîstên Tehranê û dewleta Otrîşê, bo aliyê balyozxwaneya Otrîşê verêketin. Ciwanên bihis bi nîşandana hezkirina xwe bo duktor Qasimlo, heya demjimêrekê, çend şeqamên Lendenê bi xwenîşandanên xwe û bi gotina siloganên şoreşî girtin.

Komîteya Birîtaniyayê, hejmareke zêde poster û jiyannameya Dr. Qasimlo bi zimanê Îngilîzî di nav xelkê de belavkirin.