Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sikalaya hejmarek welatî li dijî belediyê Bokanê seba hiloşîna malên wan

16:12 - 11 Hezîran 2014

Kurdistanemdia: 8 malbatên Bokanî ku mala wan ji aliyê şarewaniyê ve hatibû hiloşandin, sikalaya xwe bo parêzgeha Urmiyê rêkir.

Li gor rapora Kurdistanmedia, paş sikalaya 8 malbatên Bokanî ku bervara 5’ê Hezîrana îsal mal û cihê rûniştina xwe ji dest dan, parêzgeha Urmiyê belediya Bokanê ji hiloşîna wan malane bi berpirsiyar zanî û bi hewleke serkêşane ev nawende dewletiye wiha wesif kir

Parêzgeha Urmiyê li ser wê baweriyê ye ku dibe belediyê Bokanê qerebûyan wan malbatane bike.

Roja 5’ê Hezîran a 2014’an, hêzên teybet yên rejîma Îslamî ya Îranê bi Lodêr, xaniyên heşt malbatan li taxa “Mîrawa” bajarê Bokanê hiloşandin û hejmarek endamên wan malbatane binçav kirin.