Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sikalayên xelkê ji demûdezgehên hikûmî ji sedî 70 zêde bûne

13:20 - 28 Hezîran 2022

Bi sedema zêdebûna gendelî û neşiyana berpirsên hikûmî û guhnedan bi pirsgirêkên xelkê, xelk bi neçarî ji wan dezgeh û îdareyan sikalayê vedikin û hejmarek zêde ji xelkê bi sedema tirs ji navendên ewlehî nikarin sikalayê li ser hêzên serkutker vebikin.

Berpirsê Giştî yê Çavdêrî yê parêzgeha Îlamê “Mehdî Eslanî” di hevpeyvîn digel Nûçegihaniya “Tensîm” a girêdayî rejîmê gotiye: “Sikalayên xelkê ji demûdezgehên hikûmî, ji sedî 70 zêde bûne”.

Îtirafkirina wî berpirsê rejîmê di halekê de ye ku, xwenîşandan û kombûnên nerizayetî li seranserê Îranê  bi rê ve diçin û bi sedema gefên dezgehên ewlehî û îtila`atî bi kêmî xelk dikarin sikalayê li dijî wan navendan vebikin.

Piraniya sikalayên xelkê yên li ser navendên ewlehî û Îtila`atî, ti encamek tunabin û tevî gefxwarin ji xelkê, wan neçar dikin ku sikalayên xwe paş ve bizivirînin.

Di heyamekê de ku gendeliya sîstematîk di Îranê de bûye beşek ji desthilatdariya rejîmê û hevdem dijayetîkirina rejîmê li hember daxwazkariyên rewa yên xelkê gelek zêde bûne, û nerizayetî û bêzariya xelkê ji rejîm û demûdezgehên rejîma Îslamiya Îranê çend qatan zêdetir bûye.

Berpirsên rejîmê bi taybet li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, bi zanebûn tevî bêzarkirina xelkê li karûbarên îdarî û cudahîdanîn di navbera xelkê û bersivnedan bi daxwazkariyên wan, ti pêngavek heta bo çareserkirina pirsgirêkên asayî yên xelkê jî hilnagirin û xelk neçar dimîne sikalay li ser berpirsan vebikin.