Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şikesta ewlehî

11:12 - 23 Îlon 2021

Kerîm Perwîzî

Bi dronên xwe ên bombrêjkirî êrîş kirine ser çiya û bilindahiyên Kurdistanê û jiyan û malên xelkê asayî kavil kirin, û wan agir berda pûş û daristan û baxê deverê û bi bînîna agir xweşiya xwe nîşan dan ku wisa dizanin di pîlanên xwe de serkevtî bûne!

Roja 18`ê Xermananê, Spaha Pasdaran bi balafirên şerker û dronên bombrêjkirî û katiyûşa û tob êrîş kire ser Kurdistanê. Hêceta Spaha Pasdaran eva bû ku Hêza Pêşmergê Kurdistanê binkên xwe di wê navçeyê de çê kiriye û her wek Serokê Stada Hêzên rejîmê gotibû, ew nîgeranê kombûn û kongere û programên Hêza Pêşmergê Kurdistanê bûn û lewam bi awayê berfireh û dije yasayî û serberedayî êrîş kirine ser axa welatek din.

Hêzên Spahê di demekê de li dora agirê daristanan xweşî dikirin û wisa dizanîn ku Kurdistan kirine “xwelî şînk”, wan bixwe jî bi başî dizanin ku hêzên çekdar û çekên wan tenê bi xelkê asayî û sivîl diwestin û ew tenê di meydana çol de bo vê yekê zîrek in ku ji Dêzfûl û Bûşehr û…. bajarên din, bi doşka xelkê hejar bikin bi armanc. Ew di Kurdistanê de dijî xortên Kurd ev zîrekatiye tininin û lewma bi balafirên bombrêjkirî çiya û nevalên Kurdistanê dikin bi armanc.

Tevî çawahiya reftarên wan ên neşiyan û piropagendên bi bingeh ên wan, du tişt ji pîlandarêjiya rejîma koloniyalîstiya Tehranê de gelek girîng bûn:

Yekem, bi ziman û ragihandinên xwe îtiraf bi vê yekê kirin ku di Spaha Pasdaran a terorîst de yekeya taybet bo dronên bombrêjkirî pêk aniye û ev yekeye jî ceribandine li ser Kurdistanê û di wê pîlandarêjiyê de mifah ji dronên bombrêjkirî li dijî xelkê Kurdistanê wergirtiye. Eva îtirafek resmî ye bi terorîstbûna rejîmê ku dibêje, dijî kesanekê ku ew bi dujmin dizane, ji kiryarên bombrêjkirî mifahê werdigre û ji dûr ve û bi bê vê ku encama vê bizane, kiryarên bombrêjkirî bi rê ve dibe.

Duyem, pirsa girîng a ewlehî ye. Rejîmek ku bi salan e dehan milyar Dolar dahata welat ku diba bo avedanî û tendirustî û kar û jiyana xelkê xerc kiriba, bo Spaha Pasdaran û girûpên terorîstî ên xwe xerc dike û bi dehan hezar hêzên serkutker û dehan hezar sîxur û demûdezgehên dûrûdirêj ên tirsê afirandine û sîxuriyê bi ser xelkê nav Îran û netewên Îranê de dike, lê pêka gotina xwedî berpirsên payebilind ên rejîmê û fermandên herî pilebilind ên leşkerî û Spah û hêzên çekdar, hebûna tîmek çend kesî ji Pêşmerge li Rojhilatê Kurdistanê, tevahiya sîstem û demûdezgehên “Wîlayeta Fegîh” dixe metirsiyê û ewlehiya wan ji wan vala dibe!

Ev mijare girînge bi îtirafa xwedî rejîmê nîşan dide ku her sîstemek dîktatorî ku herçiqas dirinde û pirçek be û heta eger çeka navkî jî li dijî xelkê xwe bikar bîne, heta çi astekê tirsinok e û bi silogana ciwanekê û bi geriyana tîmeke çend kesî ji pêçmerge tevahiya heybet û ewlehiya wê ya vala têk diçe û xewê li çavê rêberê wan û tev fermande û berpirsên wan ên terorîstî aloz dike! Rejîm û sîstemek wiha, bi alxahînî ve di demeke ne gelek dûr de û bi hêsantirîn şêwe diherife û ji nav diçe û serê fermandên leşkerî û berpirsên rejîmê bo pêlavê zarokên netewên Îranê têne tewandin.