Kurdistanmedia: Temaşavanên lîstika fûtbolê ya tîma Îstiqlal a Tehranê û Tiraktorsaziya Tevrêzê, di stadiyoma werzişî a Azadî a Tehranê bi siloganên “mirin ji bo dîktator” ev lîstik dawî pê anîn.
Di kurte vîdyoya ku di torên civakî de belav bûye, temaşavanên tîma fûtbol a Tiraktorsazî a Tevrêzê, li stadyoma Azadî a Tehranê, bi siloganên “mirin ji bo dîktator” nerazîbûna xwe li hemberî rejîma Îranê, û kiryaryên faşîstî yên vê rejîmê anîne ziman.
Temaşavanên Azerîziman yên alîgirên tîma Tiraktorsaziyê, bi hev re li stadyoma Azadî a Tehranê li dijî rejîmê silogan qîr kirin, û nerazîbûna xwe li hemberî alozî û kiryarên faşîstî yên rejîmê nîşan dan.
Di bersiva kesên ku nerazîbûna xwe anîne ziman, hêza bi nav ewlehiya rejîmê li stadyoma Azadî, bi êrîşkirina bo ser xelkê, hewla serkutkirina nerazîbûnan daye, û li wir rewşeke ewlehî pêk aniye.
Neteweya Turk di Îranê de, wekî neteweyên din digel xemsariya rejîmê rûbirû ye, û alozî di bajarên ku Turk jê akincî ne berdewam e, û kiryarên faşîstî yên rejîmê, bi taybet di medyayên rejîmê derheq vê neteweyê de, bi awayekî bernamerêjîkirî tê piraktîzekirin.