Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sîlvana ji aliyê rejîmê ve hate tehrîm kirin

18:49 - 6 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Hêzên rejîma serkutkar yên întizamî yên rejîma Îslamî ya Îranê, bi alîkariya binke û navendên rejîmê dixwaze 400 dukanên hevwelatiyan dagîr bike.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê,  li Sîlvana ya girêdaiy devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê, li bajaroka Zêve ku bazarek hatiye çêkirin, 400 dukanan jixwe digire û ev heyama 20 salan e ku, xelkê kêm dahat, dahata jiyana xwe li riya van dukanan dabîn dikin.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanemdia”yê, ragehandiye ku, daxistina sînoran nebûna karxane û kompanî, cotiyar û xwedîkirina terş û hedem dorpêçên aborî, çend hember givaş li ser xelkê zêde kiriye.

Pêka vê raporê, kompaniya bi navê “Yekîtiya Te‘avona Hake” navendeke ku ev Yekîtiya xwenenişînên hêzên çekdar û saziyên din yên rejîmê jixwe digire.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, di berdewamiya rapora xwe de bas ji vê jî kiriye ku, Bexşdariya beşa Sîlvana û moxtarên devera Mirgewer bihevre kombûne û dixwazin destpîsiyê bikin.

Li gorî rapora nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, Bexşdar û moxtar li riya hêzên întizamî yên rejîma Îranê dosyeyên sexte bo xwedî dukanan çêkirine û bi zorê dixwazin dukanên van verbigirin.

Ev kiryara destûpêweniyên rejîmê di demekê de ye ku, xelkê vê bazarê bixwe xwediyê van dukanan.

Li gorî rapora nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, ev kiryara karbidestên rejîma Îranê nerazbûna xelkê lipey xwe hebûye û hêzên rejîmê jî gef ji xelk deverê xwerine û hekî alîkariya me nekin, emê we radestî dadgehê bikin û ceza bidin.

Ji aliyekî din ve ev erd ya saziya UN neteweyên Yekgitiye ku ji aliyê îdareya karûbarên koçberan ve birîve diçe.