Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sîman di Îranê de bo xelkê destnakeve, lê bi kamiyonan bo derve tê şandin

13:10 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2021

Di bazarên Rojhilatê Kurdistanê û Îran de nirxa sîman gelek bilind bûye û sîman destnakevê û eva jî di halekê de ye ku rejîm sîmanê bi kamiyonan bo derveyê welat dişîne.

Heyama mehekê ye ku sîman di bazarên Îranê de nirxa wê bilin bûye û bi zehmet dest dikeve, berê nirxa her kîseyek sîmanê 35 hezar Tumen bû, lê pêka gotinên karbidestên rejîmê bi sedema qutbûna berqa kargehên berhemanîna sîmanê, nirxa her kîseyek sîmanê bo 100 heta 120 hezar Tumenî bilind bûye.

Herwisa karbidestên rejîmê dane zanîn, sebebkarê bilindbûna nirxa sîmanê di bazaran de delalên bazara ne.

Di vê derheqê de çend roj berî niha Cihgirê Karûbarên Wezareta Pîşe, Kangeh û Ticaret “Mofettih Qaim”, îdia kiribû: “Îsal em bi sedema hişksalî û kêmbûna berqê sîman bo derveyê welat naşînin”. Lê gotinên wî berpirsê rejîmê di halekê de ye ku pêka vîdiyoyên belavbûyî, rejîma Îranê bi kamiyonan, sîmanê bo derveyê welat dîşîne û dorên dirêj ên kamiyonên hilgirê sîmanê di gumrikên sînorî de têne dîtin.