Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şîn û taziya vala

19:43 - 22 Çirriya paşîn 2021

Kerîm Perwîzî

Dema ku rejîmên totalîtare di warê sihir û bîrokeyên dijemirovî û paremayên xwe de kêm tînin, penahê ber bi kiryarên ecêb ve dibin ku tenê û tenê dibe sedemê sivkatîbûna zêdetir û henekarî bi bîroke û îdolojiya wan.

Rejîma Xumeynî li ser bingeha çewtekirina dîrok û forma heyetên tazî û “newhexwanî” şikil girtiye û tevahiya pêkhateya wê di şiklê heyeteke şîn û tazî de çend care dibe.

Di pîşandana şîn û taziya seranserî de, “Weliyê Feqîh” wekî axûndê derhêner ê tevahiya nimayişan ku li serweyê meclisê de rûdinê û mediya û TV jî dibine mênbera propagende û belavkirina deng û rengê newhexwanî û şîngêrî û ji aliyê dinê jî kopaldestek mêjî rizî ku Spaha Pasdaran rola wî dilîze, car carana bi dengek nesaz hawar dike da ku tevî keşeke şîn û nerihetî, beşdarên nimayişê û bînerên wê bitirsîne ku neke derbeyekê ji wê xelkê bide!

Ew cure pêşandanên heyeta “şîngêrî” hezaran car dûbare kirine û li destpêkê xelkek zêde pê dihate xelitandin, lê piştî derkevtina direwên wan û betalbûna sihira newheyên wan, êdî xelk ne tenê giriya wan bo şîn û taziyan nayê, belkî henekan bi wan nimayişan dikin û bi halê xwe ve digirîn ku çi kesanek hakimê dahat û welat in û biriyarê li ser jiyana wan didin!

Her dem ku Komara Îslamî ji kuncekê ve rastî lawazî û kêmûkuriyan hatibe, bilez hestî û hêstikên nexuya kom kiriye û xistiye nav tabûtekê û di nav şeqam û bazaran de gerandiye ku eva bicihmayiya filan kesê ye ku li eniya şer an di bûyerekê de hatiye kuştin û carek din ber bi newhexwanî, tazî û şînatiyê ve penah biriye da ku seha xelkê bihejîne û wan bixelitîne û bi vî awayî kêmasiyên xwe ên destçêkirî veşêre.

Di wan cure pêşandanan de ku berê li taziyan diçûn û niha bûne henekkarî, di salê de çendîn mînakan bi rê ve dibin û wisa didine zanîn ku ew bicihmayiyên şerê Îran û Îraqê yan kuştiyê şerê dijî DAÎŞê yan parêzerên “Herem”ê bûne! Piraniya wan tabûtane vala bûn! Heta bi vîdiyo jî derkevt ku tabûta Qasim Silêmanî ku ber bi Îranê ve birin, vala bû û çi tiştek tê de nebû! Bo rejîma heyeta “şîngêrî” eva girîng e ku nimayişek newhexwanî rêk bixe û gendeliyên xwe pê veşêre!

Ew çend roj in ku di Kurdistanê de jî mijûlê nimayişa tejî ji henek in ku wisa dane zanîn wan di çolatiyekê de û di nav doleke “Dîwander”ê de, çend hestî û pirûskek peyda kirine û xistine nav tabûtê û wek îdia dikin yê jinekê ye ku zêdetir ji Sî sal berî niha ve hatiye kuştin! Renge her ew jine bi destê xwedî rejîmê hatibe kuştin û termê wê di wê cihê de hatibe firedan, niha piştî Sî sal dibêjin hestiyên wê anîne û xistine nav tabûtekê û di nav Dîwandere û Sineyê de newheyê bo dixwînin û taziyê bo digirin!

Tabûtên vala û betal ên rejîmê ku têne gerandin û kesek wek paşmayî Qasim Silêmanî jî tê û nimayişa wê gerimtir dike, di rastî de nimayişa valabûna xwedê rejîm û derkevtina betaliya mêjiyê kopaldestên wê ye ku li dor tabûtek veşartî ya vala de, şîn û taziyek vala bi rê ve dibin û zêdetir ji hemû demekê, herifîna tev îdeyên paremayên xwe û tepbûna propagendeyên bê naverokên xwe pêşan didin. Şîn û taziya vala ya “şîngêr”ên newhexwaniya “Wilayeta Feqîh”, valatiya mêjiyê wê rejîmê û darûdesteyên wê dide îsbatkirin.